18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 19 Nîsan 2017
ANKARA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê (YE) û Sermizakereker Omer Çelîk li wezaretê civîna çapemeniyê li dar xist û pirsên derbarê dangdayina gel û rapora raçavkirinê ya Pêkhateya Ewlekarî û Hevkariyê ya Ewropayê (AGÎT) Ofîsa Saziyên Demokratîk û Ofîsa Mafên Mirovan û Meclisa Parlementer a Konseya Ewropayê (AKPM) de bersivandin.
Çelîk got ku partiyên muxalif, kampanyayên xwe di qadeke azad de kirin û diyar kir ku pêvajoya berî referandûmê me dîmeneke demokratîk a kampanyayê derketiye holê.
Çelîk qala hilbijartinê kir got ku hilbijêran bi îradeya xwe gotiye 'erê' û wiha dewam kir: "Rêgezên referandûmê diyar in, pirsa ku ji miletê me hat pirsîn net bû. Ji ber vê yekê, li ser encama ku derket holê tu pirsnîşan tune ne."
Çelîk îfade kir ku ya li Tirkiyeyê hat kirin guhertina sîstemê ye ji bilî wê tu tişt tune ye û got serok dîsa wê bi rêya hilbijartinên azad û demokratîk diyar bibe.
“Ji bo Tirkiyeyê wê ti bandora wê tune be”
Çelîk bal kişan ser wê yekê ku daxuyaniyên AGÎTê yên li ser referandûmê ne safî ne û got, “Ez bi taybet dixwazim cextê bikîşînim ku tu mesneda wan daxuyanî û îdiayan tune ye û ji objektîfbûnê dûr in.
Omer Çelîk herwiha derbarê misyona çavdêriya AGÎTê ya derbarê referandûmê da got, “Em pêşniyazî AGÎTê dikin ku her wek di hilbijartinên dawî da kir, bil adi asta çavdêriya teknîkî da bisekene, bila nekeve nîqaşên siyasî da, ev ji bo prestîja wê girin ge. Di berevajiya wê da wê ti bandora wan nirxandinan ji bo Tirkiyeyê wê ti bandora wê tune be”
Çelik derbarê îdîayên AGÎTê ku dibêje binesaziya hiqûqî ya Tirkiyeyê têra referandûmeke demokratîk nake, got, “Binesaziya hiqûqî ya Tirkiyeyê eşkere ye û gelekî bihêz e.”
Çelîk bibîr xist ku kampanyayên alîgirên “erê”yê ji aliyê gelek welatên Ewropayê va bi şiklekî berevajiyê mafê kombûnê yê demokratîk hatin astengkirin got, “Di danezana AGÎTê da ji bo vê rewşê hîç bal nehatiye kişandin ev jî diyar dike ku mîsyona wê ne objektîf e”