18 Nîsan 2017•Rojanekirin: 18 Nîsan 2017
ANKARA
Lijneya Teşkîlata Hevkarî û Ewlehiya Ewropayê (AGÎT), Lijneya Hilbijartinê ya Bilind (YSK) ziyaret kir.
Serokê Çavdêriya Lijneya Tirkiyeyê ya AGÎTê Tana de Zulueta der barê ziyareta YSKyê de wiha got:
"Me kopyeyeke rapora xwe bi YSK re parve kir. Em seba ji hevkarî û arîkariya YSKê ra spas bikin li vê derê bûn. Em bi gişkî li ser van meseleyan axivîn. Emê fikira xwe di rapora xwe de eşkere binivîsin."
Zuluetayê piştî ziyaretê daxuyaniyek da û got ku encama raporê ew ê piştî 8 hefteyên din biweşînin. Zuluetayê der barê rexneyên Serokomar Erdogan jî wiha axivî:
"Em li ser daweta rayedarên tirk hatine vê derê. Me wezîfeya xwe temam kir û rapora xwe ya ewil weşand. Der barê van gotinan ez nikarim şîroveyekê bikim."