28 Îlon 2016•Rojanekirin: 29 Îlon 2016
ANKARA
Wezîrê Yekîtiya Ewropayê û Sermizakir Omer Çelîk li ser daxuyaniya ku Komserê YEyê Johannes Hahn a ku piştî hevdîtina bi Hevserokê HDPê Selahattîn Demirtaş ra dabû û tê da Tirkiye û PKKya rêxistina terorê wek hev dîtibû gor, "Kes nikare Tirkiyeyê û PKKya rêxistina terorê wek hev bibîne".
Çelîk di daxuyaniya ku li ser hesabê xwe yê Twitterê weşan da diyar kir ku Hahn piştî hevdîtina bi Demirtaş ra got, "Bangî herdu aliyan dikim ku bira ji tundiyê dûr bisekinin" û "HDPê roleke girîng bilîze" û ev gotinên wî rexne kir.
Omer Çelîk got tu kes nikare Tirkiyeya ku li dijî terora PKKê têkoşîna xwe ya rewa dide û PKKya rêxistina terorê wek bibîne.
Çelîk got ku YE PKKê wek rêxistina terorê dibîne lê belê HDP vê qebûl nake gelo di rewşeke wiha da HDPê roleke çito bilîze gelekî mereq dike, çaxa meriv vê bîne ber têkoşîna dijî DAEŞê welatên hevpeymaniyê û DAEŞê jî wek hev bên dîtin.
Wezîr Çelîk got di têkoşîna dijî terorê da rêya piştgiriya ku YE bide Tirkiyeyê ev nîne û dibê yekîtî telqînî HDPê bike ku navbera têxe nav xwe û terora PKKê.