Serokomar Gul ji bo temaşekirina "88emîn Beza Gaziyê" hat Hîpodrûma Velîefendî û li vir ji aliyê Wezîrê Xurek, Çandinî û Heywandariyê Mehdî Eker, Waliyê Stenbolê Huseyîn Avnî Mûtlû, Mûdirê Ewlekariya Stenbolê Selamî Altinok û Serokê Klûba Jokey a Tirkiyeyê Serdal Adali ve hat pêşwazîkirin.
Piştre Serokomar Gul derket trubîna rûmetê û ji vir slav da gel.
Gul piştî bezê daxuyanî da rojnamegeran û diyar kir ku bezeke gelekî bi kelecan bû û wiha domand: "Ez dubare hem xwediyê hespê û hem jî jokeyê wî pîroz dikim. Gelekî jî eleqe hebû. Helbet gelekî muhîm e ku ji sala 1927an û heta niha bê navber dewam dike. Me hemûyan bi kelecanî şopand."
-Hilbijartina Serokomariyê
Li ser pirsa rojnamegerekî ya, "Îro hevdîtineke krîtîk heye. Hûn ê li gel Serokwezîr Erdogan bên bal hev. pêvajoyê çawa be? Gelo hûnê Serokomariyê bidomînin an navê we ji bo Serokwezîriyê tê xwendin?", Gul wiha bersiv da:
"Ez ê careke din nebim namzed. Di rastiyê de min û Tayyîp Beg me beriya hilbijartinên herêmî yên 30ê adarê di nava xwe de xeberdabû. Min ji wî re jî gotibû. Ankû ez ê nebim namzed. Înşelah di 28ê tebaxê de wextê peywira min ê biqede."
Gul ji bo rewşa Serokwezîriyê jî wiha got: "Em ê paşê wan mijaran di nava xwe de nîqaş bikin."