ANKARA
Wezîrê Vejen û Çavkaniyên Siruştî Taner Yildiz di civîna danasînê ya Atlasa Potansiyel ya Vejena Biyokutle ya Tirkiyeyê (BEPA) ya ku li avahiya wezaretê hat lidarxistin de pirsên nûçegihanan bersivand.
Yildiz pirsa "Der barê nefta Bakurê Iraqê de geşedanek heye?" bersivand û wiha got: "Divê ez bibêjim ku li Ceyhanê nefta ku ji Iraqê hatiye ji 400 hezar warîlî derbas bûye û ev neft hê di bazara navnetweyî de nayê firotin. Me di serî de çi soz dabû, em dîsa li ser wî sozê xwe ne. Ez dixwazim bi we re parve bikim ku 6 sal e pergala ku li Iraqê saz nebûye, dê ji aliyê Tirkiyeyê ve bi awayekî eşkere bê sazkirin."
Yildiz li ser pirsa "Gelo Îranê gazî Tirkiyeyê kir Tirkiye li ser şirketên neftê veberhênanê bike?" jî wiha axivî: "Niha ji ber xebatên me yên li ser qada Parsa Başûr me biryar dabû ku em veberhênanê nakin. Li ser vê heke teklîfên Îranê çêbibin, ez dikarim bibêjim ku em ê van teklîfan binirxînin. Ji niha pê ve tu biryara veberhênanê ya Şirîkatiya Anonîm ya Petrolên Tirkiyeyê tuneye."