23 Mijdar 2018•Rojanekirin: 23 Mijdar 2018
ADANA
Li Edeneyê dijî PKK/KCKya rêxistina terorê bi piştevaniya helîkoptêrê operasyon hat kirin û 16 gumanbar hatin binçavkirin.
Ekîbên Midûriyeta Şaxa Têkoşîna bi Terorê ra ya Midûriyeta Ewlehiya Edeneyê li hemberî gumanbarên ku tê îdiakirin li bajêr di hêla mayîn û fînansî da alîkariya PKK/KCKya rêxistina terorê dikin, dest bi xebatê kirin.
Polêsên tevgera taybet li navenda bajêr û navçeya Ceyhanê bi tevahî girtin ser 26 navnîşan û helîkoptêra polêsan a bi hewayê ketibû jî piştgirî da operasyonê.
Di dema kontrolkirina ekîban da polêsan jî li serê kûçeyan bi çekên luledirêj tewdîr hildan.
Di çarçoveya operasyonê da 16 kes hatin binçavkirin û piştî kontrolkirina li Şaxa Tipa Edlî ya Edeneyê sewqî midûriyeta ewlehiyê hatin kirin.
Hat gotin ku ji bo qefaltina 10 gumanbarî jî xebat didomin.