25 Adar 2016•Rojanekirin: 27 Adar 2016
MARDÎN
Walîtiya Mêrdînê diyar kir ku di operasyonên dijî PKKya rêxistina terorê da 71 terorîst hatin kuştin, 2 heb sax hatin girtin, 83 barîqat hatin rakirin û 195 teqemenî hatin îmhekirin.
Di daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê da hat destnîşankirin ku li Nisêbînê ji bo derdestkirina endamên PKKê, sergirtina hendekan, rakirina barîqatan, pêkanîna ewlehiya can û malê welatiyan qedexeya derketina derva hatibû îlankirin, piştî qedexeyê di 14ê adarê da hêzên ewlekariyê operasyon dabûn destpêkirin û operasyon hê dewam dikin.
Di daxuyaniyê da hat diyarkirin ku di operasyonana da 17 endamên hêzên ewlekariyê cangorî bûn û wiha hat gotin: "71 terorîst hatin kuştin, 2 heb sax hatin girtin, 83 barîqat hatin rakirin û 195 teqemenî hatin îmhekirin. Ji sedî 40ê qadê tê kontrolkirin."
Di daxuyaniyê da hat destnîşakirin ku 377 welatî tehliyeyî hermên ewledar kirin, alîkariya xurekê dan 60 welatiyî û Serwêsa Ecele a 112ê guh dide hemû bangan û diçe alîkariyê.
Hat gotin ku ji bo pêkanîna hizûr û ewlehiya gel operasyonê dewam bikin.