15 Nîsan 2016•Rojanekirin: 17 Nîsan 2016
ŞIRNAK
Li Silopiya navçeya Şirnexê terorîstên PKKyî bi rokêtê êrîşî wesayîta bizirx a polêsan kiribûn û li ser vê di 5ê nîsanê da li navçeyê qedexeya derketina derva hatibû îlankirin û pîştî vê operasyona ku leşker û hêzên ewlekariyê li navçeyê dabûn destpêkirin dewam dike.
Li Silopiyê ji sedî 70yê operasyonan hat temamkirin û hêzên ewlekariyê giraniya xebatên xwe yên kontrol û teqîbatê dan ser taxên Başak û Barbarosê.
Piştî endamên rêxistina terorê dîsa barîqat danîn ser rêyan hêzên ewlekariyê demildest midaxeleyî wan kirin û 14 teqemenî îmhe kirin.
Çavkaniyên ewlekariyê diyar kirin ku terorîst ji bo tesîra teqemeniyan zêde bikin mix, bîlye û amûrên wek wan tevlî bombeyan dikin û dixebitin ku ji dûr va kontrol bikin.
Terorîst ji bo ku xebatên hêzên ewlekariyê derengî bixin teqemeniyan di nav xanî û kuçeyan da bi cî dikin û ji qulên ku di dîwarên avahiyan da vekirine car caran guleyan agir dikin.
- 6 PKKyî hatin kuştin.
Li navçeya ku lê qedexeya derketina derva heye hêzên ewlekariyê di 10 rojên dawiyê da 6 terorîst kuştin, li hezar û 51 xaniyan geriyan. Di operasyona ku hindik ma temam be da hetanî îro 2 rokêtavêj, 4 tiving, 11 bombeyên desta, 16 fîşengên rokêtavêjê, 11 fîşengên sewqa rokêtavêjê û gele fîşeng û amûrên jiyanê bi dest xistin.
Hêzên ewlekariyê ji bo ku terorîstên dîwarên malan qul kirine û jê ra diçin û tên ji navçeyê nerevin li dorberê navçeyê tevdîrên ewlehiyê dîtin.
- Welatî hewcedariyên xwe dibînin
Qaymeqamtiya Silopiyê li taxên Yênîşehir, Dîcle û Ofêsê di navbera hin saetan da destûrê dide ku welatî hewcedariyên xwe bibînin û hin welatî di wan saetan da ji malên xwe derdikevin û hewcedariyên xwe dibînin. Li navçeyê her tim bang dikin ku qedexeya derketina derva dewam dike.
Li navçeyê nexweşên ku rewşa wan acil in bi ambûlansê Serwêsa Acil a 112ê radikin nexweşxaneyan. Wek mayîn xebatkarên tenduristiyê dermanan li malan belav dikin.