13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 14 Nîsan 2016
ANKARA
Li Yuksekovaya navçeya Hekariyê, operayona dijî rêxistina terorê ya cihêxwaz a dewam dike da hejmareke zêde çek, muhimat û teqemeniyên destî hatin desteserkirin.
Li gor agahiyên ku ji hêzên ewlekariyê hatin hildan di operayonê da hin terorîstên ku hewl didan ji navçeyê birevin hatin qefaltin û gelek çek, muhimat, teqemeniyên destî, mankenên naylonî yên ji bo hêzên ewlekariyê pê şaş bikin hatibûn hazirkirin, hatin desteserkirin.
Di wêneyên piştî operasyonê hatin kişandin da tê dîtin ku terorîstan dîwarên xaniyên li herêmê da qul vekirine û hema hema li her derê teqemenî bi cih kirine.
Hêzên ewlekariyê herêmê santîm bi santîm ji teqemeniyan paqij dikin.