13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 13 Nîsan 2016
ANKARA
Hêzên ewlekariyê li Silopiya navçeya Şirnexê bi alikariya kûçikên perwerdekirî va çekên ku terorîstan çal kirine tesbît kirin.
Li Silopiyê ji bo derdestkirina terorîstan, sergirtina hendekan, rakirina barîqatan, pêkanîna ewlehiya can û malên welatiyan operasyona hêzên ewlekariyê û hêzên çekdar dewam dike.
Li gor agahiyên ku hatin sitandin, çekên ku terorîstan ku di erdê da çal kiribûn bi alîkariya kûçikên perwerdekirî hatin dîtin. Teqemeniyên ku terorîstan di rêya hêzên ewlekariyê da çal kiribûn jî hatin dîtin û hatin îmhekirin. Hat dîtin ku terorîstan ji bo ku tesîra bombeyan zêde bikin tup bi kar anîne.
Hat tesbîtkirin ku terorîstan ji bo ku du navbera malan da herin û werin tunel vedane û tê da teqemenî bi cî kirine. Hat dîtin ku ji ber van gelek xanî xirab bûne û tê da neyê rûniştandin. Di operasyonan da matqabên ku pê tunel û rê hatine vekirin hatin dîtin.