VAN
Nûnerê 30 rêxistinên civakî yên sivîl yên Vanê, der barê operasyona ku bi destûra Cîgirserdozgeriya Komarê li Van Kîlîs, Qeyserî û Stenbolê hat kirin de daxuyaniya çapemeniyê dan.
Endamê Lijneya Rêvebiriyê ya Komeleya Gokkuşagiyê Kemal Çelen li ser navê saziyên civakî yên sivîl daxuyanî da û bi bîr xist ku biryara lêgerînê nedane nîşan û li şaxa ÎHHyê ya ku alîkariya gelên Sûriyeyê lê tê koordînekirin operasyon kirin. Çelen ji bo dema ku lêgerîn hatiye kirin personelên ÎHHyê derxistin derve bertek da.
Çelen got: "Awayê vê operasyona ku hat kirin nîşan dide ku zûva hewl didin ku ÎHHyê bi El Qaîdeyê re têkildar bikin. Ev hewildan hatiye vê astê. Kesên ku bi planan sûc neavêtin stûyê ÎHHyê, hewl didin ku personelekî ÎHHyê bi El Qaîdeyê re têkildar bikin. Armanca vê operasyonê ew e ku vê saziyê di raya giştî de bê qîmet bike. Em wisa dibînin."
Çelen destnîşan kir ku ÎHH ji bo gelên Sûriyeyê yên mezlûm alîkariya xwe dê bidomîne.