15 Tîrmeh 2016•Rojanekirin: 16 Tîrmeh 2016
HEWLÊR
Hat ragihandin ku Mesûd Barzaniyê Serokê Herêma Kurdistana Iraqê (HKI) li avahiya serokatiyê ya li Selahaddîna bajarokê Hewlêrê bi nûner û serokên partiyên tirkmenan ên li herêmê re hat bal hev.
Ji ofîsa Barzanî daxuyaniyek hat dayîn û hat gotin ku aliyan di hevdîtinê de li ser geşedanên li herêmê, têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê û dayîna temînata mafên kêmneteweyên etnîk û dînî sekinîn.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Barzanî ji heyeta tirkmen re destnîşan kir ku li herêma Kurdistanê cihê cudahiya etnîk û dînî tune û got ku her kes birayên hev e û divê hev qebûl bikin.
Hat ragihandin ku di beşa din a hevdîtinê de jî Barzanî der heqê dijwariyên di têkoşîna dijî DAEŞa rêxistina terorê de û rewşa dawîn a di eniyan de agahî dan nûnerên tirkmen, qal kir ji bo ku dîsa bobelatên wekî DAEŞê neyên serê hêmanên etnîk û dînî yên li herêmê divê mafên wan hildin bin temînatê.
Di daxuyaniyê de hat gotin Barzanî teyît kiriye ku dê wekî berê ji niha pê ve jî piştgirî bidin mafên tirkmenan û hêmanên din ên li herêmê.
Ji aliyê din ve dan zanîn ku serok û nûnerên partiyên tirkmen jî di mijara dayîna temînata mafên hêmanên etnîk û dînî yên li HKIyê û Iraqê jî piştgirî didin Barzanî.