CENEWRE
Nûnerê Taybet yê Yekîtiya Ereban û Neteweyên Yekbûyî El-Exdar el-Îbrahîmî ji bo eşkerekirina dîroka tura sêyemîn bi şandeyên Muxalifên Sûriyeyî û rejimê re hevdîtineke kurt kir lê di encamê de tu tişt derneket holê û dîrok jî nehat kifşkirin.
Îbrahîmî piştî civîna xwe ya ku li ofîsa Cenewreyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) nêzî 45 qeqîqeyan dewam kir daxuyanî da nûçegihanê AAyê û got ku ji bo hevdîtinên tûra sêyemîn tu dîrok diyar nekirine.
Îbrahîmî da zanîn ku ji bo çareseriya pirsgirêka Sûriyeyê aliyê rejîmê xwe nade ber û wiha dewam kir: "Tûra pêş me dê bê kirin yan na? Ji bo vê dê biryar paşê bê dayîn. Heke her du alî jî bixwazin ku bila ev pêvajo dewam bike divê li serê bifikirin."
Îbrahîmî piştî ku bi muxalifên Sûriyeyî û rejîmê re hevdîtinên xwe kir li ofîsa Cenewreyê ya NYyê civîna çapemeniyê li dar xist û destnîşan kir ku hevdîtinên tûra duyemîn bi dawî bûye û wiha pê de çû: "Her du aliyên ku ji bo aştiya Sûriyeyê beşdarî hevdîtinan bûn divê vegerin cihê xwe û bifikirin gelo em vê pêvajoyê dixwazin yan na? Me ji bo hevdîtinên tûra pêş me hin mijarên wek hikûmeta berwext, terorîzm, êrîş û lihevkirina neteweyî û saziyên neteweyî yên ku em ê li serê bisekinin diyar kir. Hikûmet herî zêde li ser mijara terorîzmê disekine, muxalif jî dixwazin li ser hikûmeta berwext bisekinin."
Îbrahîmî bilêv kir ku her du mijar jî pir girîng in û ji bo li ser van mijaran xeberdan û nîqaşkirina wan rojek têrê nake.