02 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 03 Cotmeh 2015
Dîmenên operasyona Hêzên Hewayî yên Tirkiyeyê ku di 25ê îlonê de bir ser GARAya bakurê Iraqê, derketin holê.
Hêzên ewlehiyê bi saya serê agahiyên piştî keşfên hewayî yên li herêmê û îstixbarata ku gihîşt destê wê ve operasyonên hewayî bir ser baregeh û stargehên rêxistina terorê yên ku li GARAyê ne.
Di operasyona hewayî ya ku 25ê îlonê bi 6 F-16yên balafirên şer ve hat lidarxistin de embarên amûran, baregeh, kozik û stargehên "Rêxistina Terorê ya Cudaxwaz" îmha kiribûn. Dimenên operasyonên ku hedefan di carekê de îmhekiribûn derketin holê.
Di dîmenan de tê dîtin ku baregeh, stargeh û kozikên rêxistinê tên îmhakirin û di wê operasyona hewayî de 35 jî endamên rêxistina terorê hatin kuştin.