MARDÎN
Ahmet Turk li gundê gundogdu ya Derîkê di serxweşiya birayê xwe de daxuyaniyek da û got ku ji ber mêvanên ku tên serxweşiyê nekarî li televîzyonê binêre û der barê pakêtê de ji nîşeyên ku ji bo wî hatin girtin agahî sitand.
Ahmet Turk got ku ev pakêt ne pakêteke wisa ye ku çareseriyê ji bo pirsgirêka kurdan bîne û piştgirî bide çareseriyê û wiha axivî: " Îroj bi hezaran siyasetvanên kurd ji ber ku fikr û nêrînên xwe diyar kirin di girtigehan de ne. Ji bo ku ev kes ji girtîgehan derkevin û ji bo azadiya fikr û ramanan tu nûkirin nehat kirin. Ew mirovê me hê jî ji ber nêrînên xwe, ji ber ku nasnamayên xwe parastine, li hember polîtîqayên pişaftinê disekine di girtîgehan de ne û tên darizandin.Bi rastî jî ev pakêteke ku aştiyê pêk bîne dûr e, ji lihevkirinê dûr e. Tabî kî em ê her dem piştgiriyê bidin tiştên rast. Me her dem got ku em piştgiriyê didin projeyên ku piştgiriyê diden aştiyê lê îro hemû hêvî û bendewarê vala derketin."
Turk diyar kir ku hewceyê guherînek fikrî ne û got ku "divê nêrîna der barê kurdan de biguhere. Divê îro bi vîna kurdan re yekitiyeke hevpar bê kirin. Hêvîdar im ku îro li tirkiyeyê kesên ku parastina demokrasiyê dikin û Tirkiyeyeke demokratîk dixwazin nêrînên her kesê yên di der barê pakêtê de bidin der, der barê kêmasiya vê pakêtê de tevgera xwe nîşan bidin."