DIYARBAKIR
Li Tirkiyê îsal 673 hezar xwendekar di zanîngehan de bi cih bûn. Di nav beşên ku xwendekar tê de bi cih bûn de ya ku herî zêde balê dikşîne jî Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ye. Lewra pûanên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî îsal ji pûanên Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî derbas bûn.
Lijneya Hîndekariya Bilind(YOK) îsal, ji bo kontenjanên beşên Ziman û Wêjeya Kurdî destûr da 3 zanîngehan. Di 3 zanîngehan de ji bo xwendina vê beşê 125 xwendekar bi cih bûn. Zanîngehên ku tê de ev beş hene, ji bo zêdekirina kontenjanan dê sala pêş me serî li YOKê bidin.
Akademîsyenên Zanîngehên Artûklû, Alparslan û Bîngolê diyar kirin ku kontenjanên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî isal tijî bûne. Gelek xwendekar dixwazin di vê beşê de bixwînin lê ji ber ku kontenjan bisînor in, di vê beşê de bi tenê 125 xwendekar bi cih bûn. Ji bo ku gelek xwandekar dixwazin di vê beşê de bixwînin, pûanên Beşa Ziman û Wêjeya Kurdî ji pûanên Beşa Ziman û Wêjeya Tirkî derbas bûn.
Zimanê kurdî bi awayekî fermî di zanîngehên Tirkiyê de cara ewil li Zanîngeha Artûklûya Mardînê hat dayîn. Perwerdeya Zimanê Kurdî li zanîngehê ewil ji bo lîsansa bilind bû, salek pişt re jî beşa lîsansê ya Ziman û Wêjeya Kurdî vebû.
Midûrê Enstutiya Zimanên Zindî yên Zanîngeha Artûklûya Mardînê Prof. Dr. Kadrî Yildirim destnîşan kir ku bi saya pêvajoya çareseriyê eleqeya li ser zimanê kurdî zêdetir bû.
Yildirim wiha dewam kir: "Kontenjanên me yên beşa Zazakî û Kurmancî hemû tije bûn. Xwendekarên ku bi pûanên wergirtine û di vir de bi cih bûne dikarin bi heman pûanî beşa Zimanê Îngîlîzî ya Zanîngeha ODTUyê bixwînin. Sedsala pêş me, dê bibe sedsala zimanê kurdî. Di salên pêş me de dê eleqeya li ser kurdî zêdetir bibe. Her ku diçe di qada kurdî de deriyên nû vedibin. Herî dawî Ajansa Anadoluyê beşa kurdî vekir û 5 xwendekarên ku li zanîngeha me di qada kurdî de lîsansa bilind kiribûn, ketin wê derê."