Fırat Taşdemir
02 Mijdar 2023•Rojanekirin: 04 Mijdar 2023
Ji bo 2 milyon û 473 hezar û 65 kesên qeyda wan nû bû û yên xwe nû qeyd kirin, peşkên hecê hatin avêtin. Namzedên hecê dê encaman ji saet 21.00an şûnda li ser e-Devletê hîn bibin.
Di komputerê da û li hizûra noter peşk li Salona Konferansê ya Serokatiya Karûbarên Diyanetê hatin avêtin. Ji xeynî peywirdaran, namzedên hecê û eqrebayên wan jî beşdarî peşkavêtinê bûn.
Serokê Karûbarên Diyanetê Ali Erbaş li vir axaftinek kir û diyar kir, ew îsal peşka hecê di bin siya xemgîniya li Xezeyê û ya kuleke nedîtî da diavêjin.
Erbaş da bibîrxistin, qeydên teqez yên hecê dê di navbera 6-24ê Mijdarê da bên kirin.