Abdullah Tel
13 Sibat 2021•Rojanekirin: 14 Sibat 2021
Li Çelîkhana navçeya Adiyamanê pezkoviya ku birîndar bûbû teslîmî ekîbên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê hatin kirin.
Xwedanxêrên li nêzî Çiyayê Çolpanê ya gundê Încirliyê dîtin ku pezkoviyek ji keviran da ketiye û birîndar bûye û li ser vê rewşê xeber dan rayedaran.
Ekîbên Fermandariya Cendirme ya Bajêr pezkoviyê hildan û birin teslîmî ekîbên Midûriyeta Şaxa Parkên Neteweyî û Parastina Sirûştê kirin. Birînên pezkoviyê hatin pêçandin derman danê û tedawiya wê dest pê kir.