11 Mijdar 2019•Rojanekirin: 12 Mijdar 2019
Li bajarên Gazîentab, Meletî, Şanliurfa, Kahramanmaraş, Adiyaman û Kilîsê ji ber Roja Darçikandinê ya Neteweyî ya "11 Milyon Dar; Îro Fîdan, Sibê Nefes e" fîdan hatin danîn.
Li Gazîentabê taxa Dulukbabayê ji ber bernameya darçikandinê merasimek hat lidarxistin.
Walî Davut Gul di merasimê da got li çar aliyê Tirkiyeyê bi serokatiya Serokomar Recep Tayyîp Erdogan 11 milyon fîdan bi heman hestê û kelecanê tên çikandin û wiha axivî: "Bêşik pêdiviya Tirkiyeyê û Gazîentabê ji vê zêdetir heye. Di salên 1980î da li Gazîentabê cihên daristan ji sedî 7 bû, niha ji sedî 17. Ma ev têrê dike? Helbet na, divê em zêdetir biçikînin, qasî ku me çikandin jî divê em xwedî lê derkevin. Di vê mijarê da Daristana Dulukê mînakek e, bi destê dewletê hat avakirin û gelê Gazîentabê vê daristanê xwedî derdikeve. Heta 2023an 27 milyon fîdan wê bê çikandin. 6 milyon dar heman wê bê çikandin."
Midûrê Dezgeha Daristanê ya Gazîentabê Koksal Kaya jî behsa vê kampanyaya ku îro li 81 bajaran di heman demê da hatiye destpêkirin kir û wiha got: "Wek sazî me armancek dabû li ber xwe ku îro 130 hezar fîdan bên danîn, lê ji ber eleqeya gel a zêde me ev hejmar derxiste 138 hezar û 432an.
Piştî axaftina rayedaran, endamên protokolê, esker, xwendekar û welatiyan fîdan danîn.

- Şanliurfa
Li Şanliurfayê jî ji ber Roja Darçikandinê ya Neteweyî ya bi dirûşmeya "11 Milyon Dar; Îro Fîdan, Sibê Nefes e" hat destpêkirin 300 hezar fîdan hatin danîn.
Merasima ji bo dar danînê li taxa Dibistanên Kampusê çêbû.
Walî Abdullah Erîn, Şaredarê Şaredariya Mezin Zeynel Abîdîn Beyazgul, Prlamenterên Şanliurfayê yê AK Partiyê Kasim Gulpinar, gelek nûnerên saziyên civakî, mamoste û xwendekar beşdarî merasimê bûn. Li 25 cihên cuda zêdetir darên zeytûnan hatin danîn.

- Meletî
Li Meletiyê jî ji ber Roja Darçikandinê ya Neteweyî ya bi dirûşmeya "11 Milyon Dar; Îro Fîdan, Sibê Nefes e" hat destpêkirin fîdan hatin danîn.
Walî Aydin Baruş li Parka Tebîetê ya Orduzuyê di bernameyê da axivî û spasiya kesên ku li bajêr piştgirî dan kampanyaya danîna fîdanan, kir.
Piştî axaftinan Walî Baruş û Nagihan Baruşa jina wî, bi protokola bajêr û nûnerên hin saziyên civaka sivîl, welatî û xwendekaran va fîdan danîn.

- Kahramanmaraş
Di çarçoveya kampnayaya "11 Milyon Dar; Îro Fîdan, Sibê Nefes" a Roja Darçandinê ya Neteweyî da li Kahramanmaraşê 221 hezar fîdan hatin danîn.
Li taxa Çinarliyê ya navçeya navend a Dulkadîrogluyê di qada darçandinê da merasim hat lidarxistin û Walî Vahdettîn Ozkan, Şaredarê Bajarê Mezin Hayrettîn Gungor, Parlamenterê Kahramanmaraşê yê AK Partiyê Îmran Kiliç, Parlamenterê Kahramanmaraşê yê MHPyê Sefer Aycan, Midûrê Herêma Daristanê ya Kahramanmaraşê Mustafa Koç di merasimê da axivîn.
Piştî axaftinan fîdanên bajêr hatin danîn.

- Adiyaman
Li Adiyemanê li 27 deveran 175 hezar fîdan hatin danîn.
Walî Aykut Pekmez li di çalakiya ku li gundê Toptepeyê hat lidarxistin da axivî û got ku bi telîmatên Serokomar û bi kordîneya Wezareta Çand û Daristanê li 81 bajarên Tirkiyeyê fîdan hatin danîn.
Mehkûmên ku di girtîgeha vekirî da ne û mehkûmên serbestiya kontrolkirî jî hezar û 420 fîdan danîn.

- Kilîs
Li Kilîsê jî di çarçoveya kampnayaya "11 Milyon Dar; Îro Fîdan, Sibê Nefes" a Roja Darçandinê ya Neteweyî da 60 hezar fîdan hatin danîn.
Walî Recep Soyturk beşdarî çalakiya ku li ser sînorê Sûriyeyê li gundê Gulbabayê hat lidarxistin bû û tê da axivî û got ku deweltê perekî cidî ji bo kampanyayê veqetand û spasiya hes kesê ku piştgirî da, kir.