21 Sibat 2016•Rojanekirin: 21 Sibat 2016
MARDÎN
Li Nisêbina navçeya Mêrdînê 3 rojnamevanên li ser navê Ajansa Anadoluyê (AA) nûçe çêdikirin ji hêla PKKyîvan ve hatin revandin.
Nûçegihan Rauf Maltaşê ku perwerdeya nûçegihaniya şer dîtibû û di nav xebatkarên AAyê yên bitecrube de bû, nûçegihanê wêneyan Onur Çoban û kameraman Kenan Yeşîlyurt hefteyek berê li Nisêbîna navçeya Mêrdînê hatin wezîfedarkirin.
Rojnamevan ku hatin wezîfedarkirin li navçeyê nûçe çêkirin û geşedan şopandin. Duh dema ku li taxa Yenîşehirê wêne û video dikişandin ji hêla PKKyiyan ve hatin revandin.
Ji ber hinceta "Li navçeyê ji ber ku PKKyê destûr hilnedane dîmenan dikşînin" PKKyiyan dest dane ser makîneyên wan ên wêneyan û kamerayên wan û nayê zanîn ku ew birine ku derê.
- Onur Çoban
Di sala 1980an da li Mûşê ji dayik bû. Eslê xwe ji Denîzliyê ye. Di sala 2004an de ji Fakulteya Ragihandinê ya Gaziyê mezûn bû. Di navbera salên 2006-2011an de di rojnameya Zamanê de wek nûçegihanê wêneyan xebitî. Di sala 2012an de wek nûçegihanê wêneyan di Ajansa Anadoluyê de dest bi wezîfeyê kir.
Li Darfur, Efxanistan, Somalî, Lîbya, Tûnus, Yêmen, Ukrayna û Filipînan di serî de, li gelek cihan rojnamevanî kir û nûçegihaniya wêneyan kir.
Çoban di qada çapemeniyê de gelek xelat girtin û malepereke wî ya bi navê http://www.onur-coban.com heye û berhemên xwe li wir diweşîne.
Di sala 2012an de ji ber ku li Lîbyayê wêne kişandibû û ev wêneyên wî di pêşbirka ku ji hêla Komeleya Nûçegihanên Fotoyê yên Tirkiyeyê ve hatibû ecibandin, bû yekemîn û xelat girt. Çoban zewicî ye.
- Kenan Yeşîlyurt
Di sala 1983an da li Kelkîta navçeya Gumuşhaneyê ji dayik bû. Ji sala 2007an vir ve di Ajansa Anadoluyê de wek kameraman dixebite. Yeşîlyurt li Sûriye, Xeze, Misir, Somalî, Lîbya, Filipînan, Japonya û Komara Efrîkayê ya Başûr bi kameraya xwe ve şahidiya bûyeran kir.
Di sala 2012an de di pêşbirka Xelatên Zoomê ya ku ji hêla Komeleya Kameramanên Nûçeyan ve hatibû lidarxistin de bi dîmenên ku li Sûriyêyê kişandibû ve bû yekemîn.
Li Xezeyê dema ku Îsraîlê êrîşî avahiyekî kir, avahiyek hilweşiya û wî ew kêlî wek dîmen qeyd kir. Li Misrê komkujiya ewil ya li Rabîatul Adewiyeyê wî kişand.
Yeşîlyurt zewicî ye û bavê zarokekî ye.
- Rauf Maltaş
Di sala 1985an de li Akçadaga Meletiyê ji dayik bû. Dibistana navîn û seretayî li Meletiyê xwend. Lîse li Qeyseriyê qedand. Di sala 2008an de beşa Rojnamegeriyê Fakulteya Ragihandinê ya Zanîngeha Selçûkê mezun bû. Ji bo perwerdeya ziman çû Amerîkayê.
Pişt re li Konyayê di televîzyoneke herêmî de dest bi rojnamevaniyê kir. Di sala 2009an de li buroya Ajansa Anadoluyê ya Şanliurfayê de dest bi wezîfeyê kir.
Maltaş şerê navxweyî ya li Sûriyeyê di serî de li Hatay, Gazîentab, li Şanliurfa û Kilîsê bûyerên li ser sînor şopand.
Maltaş car caran çû Kobaniyê û zehmetiyên kurdên ji Sûriyeyê jî wek nûçe gihande dinyayê.
Maltaş ev 6 meh e zewiciye.