TBMM
Pêşnûmaya ku der heqê teşkîlat û wezîfeyên Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî de û der barê hin qanûn û rêziknameyan de guherînan dike û bi navê "Pêşniyaza Qanûnê ya Torbeyê" tê zanîn di Lijneya Giştî ya Meclisê de hat qebûlkirin.
Li gor qanûnê Wezareta Malbat û Polîtîkayên Civakî jî, di Lijneya Giştî de ya ku di Enstîtuya Standardên Tirkan de dîwana herî bilind e, dê bê temsîlkirin.
Li gor beşa ku hat qebûlkirin der barê hisseyên Anadolu Agnecyê yên ku bêxwedî mane de jî biryar hat dayîn ku şirketa AAyê bi xwe wan hisseyan paş de hilde. Bi vê verastkirinê ve armanc dikin ku xweserîbûna AAyê bidome.