31 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 01 Rêbendan 2016
Mûş
Li Mûşê ji berfê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Walîtiyê daxuyand ku li bajêr ji ber ku berf zêde dibare û bûyerên nebaş pêk neyên li navendê û navçeyan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê de hat gotin ku jinên ducanî û kesên astengdar yên ku di saziyên kamuyê de dixebitin jî wê neçin kar.
Bidlîs
Li Bidlîsê ji berfê li navendê, navçeyan û gundan dibistan rojekî hatin tetîlkirin.
Walîtiyê daxuyand ku li navendê, navçeyan û gundan dibistan rojekê hatin tetîlkirin.
Di daxuyaniya walîtiyê de wiha hat gotin: "Li navenda bajarê me berf zêde dibare û tîpî heye. Ji bo ku xwendekarên me şerpeze nebin dibistan roja pêncşemê rojekê hatin tetîlkirin. Ji bo navçeyan qaymeqamên me wê biryarê bidin."
Mêrdîn
Li Artuklu û Omerliya navçeyên Mêrdînê dibistan ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Li gor daxuyaniya Walîtiya Mêrdînê ji ber ku ji êvar da ye berf dibare li Artukluyê dibistanên seretayî û navîn ji bo rojekê hatin tetîlkirin.
Wek mayîn Qaymeqamtiya Omerliyê jî biryar da ji ber barîna berfê dibistanên li navçeyê ji bo rojekê bên tetîlkirin.