QERS
Li navçeya Sariqamişa Qersê berf barî. Berfê bi şev dest pê kir heta serê sibê barî û jiyana rojane ya gelê herêmê asteng kir.
Bilindahiya berfê li navenda bajêr 10 û li navenda kaşokê ya Cibiltepeyê jî 15 santêm hat pîvandin. Herwiha dar û ber jî bi berfê xemilîn û dîmenên balkêş û rengîn derketin holê.