Elif Irmak
21 Mijdar 2020•Rojanekirin: 21 Mijdar 2020
Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan bi Qralê Erebistana Siûdî Selman bîn Ebdulezîz el-Suud ra bi têlefonê axivî.
Li gor daxuyaniya ji Serokatiya Ragihandinê ya Serokomariyê di axaftinê da li ser têkiliyên dualî sekinîn û der barê Lûtkeya Serokan a G20ê ya ku Erebistana Siûdî serokatiya wê ya heyamê dike da nirxandin kirin.
Serokomar Erdogan û Qral Selman di mijara pêşxistina têkiliyên dualî û ji bo çareserkirina pirsgirêkan vekirî hiştina qenalên diyalogê da mutabiq man