Serokomar Erdogan: Em ê li kesên ku bihayên zêde datînin neyên rehmê
Sefa Şahin
08 Rêbendan 2022•Rojanekirin: 09 Rêbendan 2022
Ankara
Serokomar Erdogan: "Em ê li kesên ku beyî hincetên aboriyê bihayan zêde dikin û loma jî însanên me nikarin tiştekî bikirin, neyên rehmê."
"(Xeta trêna bilez ya Enqere-Sêwasê) Em ê di demeke nêzîk da vekin. Pêşiya Erzincan, di pey ra Erzirom û herî paşiyê jî em ê bigihînin Qersê ku bibe rêgeheke navneteweyî."
"Em ê bêbextiya kesên ku dixwazin Tirkiyeyê bikin îqlima rageşî û perçebûnê derxin meydanê ku di demên dawîn da li gelek deran mînakên wê diqewimin."
"Em ê kesên ku dixwazin welêt teslimî baronên pere û siyasetê yên kurewî bikin, deşîfre bikin."
"Çawa me musîlaja di kurên dowîzê da paqij kir em ê di demeke kurt da musîlaja di enflasyonê da jî ji holê rakin."