Ahmet Aydın
08 Îlon 2017•Rojanekirin: 09 Îlon 2017
ASTANA
Serokomar Recep Tayyip Erdogan, bi TURa balafira taybet bi dema Tirkiyeyê seat 17.00ê gihîşt Astanaya paytextê Qazaxistanê.
Erdogan dema gihîşt Balafirgeha Nêvdewletî ya Astanayê ji aliyê Wezîrê Veberhênan û Geşepêdanê Jenisbeg Kasımbeg, Alîkarê Waliyê Astanayê Sergey Haraşun, Balyozê Tirkiyeyê yê li Astanayê Nevzat Uyanik, Nûnerê daimî yê Tirkiyeyê yê Teşkîlata Hevkariya Îslamî Balyoz Salih Mutlu Şen û personelên Balyozxaneya Astanayê ve hat pêşwazîkirin.
%2Ferdn-kzst.jpg)
Digel Serokomar Erdogan, Alîkarê Serokwezîr Hakan Çavuşoglu, Wezîrê Aboriyê Nîhat Zeybekçî, Wezîrê Zanist, Pîşesazî û Teknolojiyê Faruk Ozlu jî gihîştin Astanayê.
Di dema pêşwazîkirinê de Wezîrê Karê Derve Mevlut Çavuşoglu û Wezîra Malbat û Polîtikayên Civakî Fatma Betul Sayan Kaya jî amade bûn.