Serokomar Erdogan: Korîdora dexl û dehn mîna berê dîsa vebûye
02 Mijdar 2022•Rojanekirin: 02 Mijdar 2022
Serokomar Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku korîdora dexl û dehn mîna berê dîsa vebûye.
Serokomar Erdogan: "(Îdiayên Kiliçdaroglu yên li ser hişbirê) Em ê helbet hesabê vê buxtanê li ber hiqûqê jî bipirsin."
"(Ji Kiliçdaroglu ra) Tu mêr î di hilbijartina bê da namzedên sergirtî nîşan bide. Em te jî bibînin."
"(Pêşniyaza guherandina destûra bingehîn) Heger çênebe dengdayîna raya giştî jî tê da em amade ne ku hemû gavên din jî biavêjin."
"(Pêşniyaza li ser sergirtinê) Em ê bi temamî ji rojeva gelê xwe derxin û bawer dikim wê ji bo mixalefetê jî tenê bibe kaxezê turnusolê."
"Parastina mafên hêzên me yên ewlehiyê ji bo me deyn e."
"Me dixwest ku di hilbijartinên 2023yan da em bi mixalefeteke di asta me da ye bikevin pêşbaziyê, lê mixabin ekîbeke tenê heqaret li gelê me dike bû nesîbê me."
Serokomar Erdogan diyar kir ku der barê korîdora dexl û dehn da duh bi Putîn ra axiviye û wê îro jî bi Zelenskî ra biaxive.
Serokomar Erdogan: Korîdora dexl û dehn mîna berê dîsa vebûye