Serokomar Erdogan: Korîdora dexl û dehn dîsa vebûye
Seval Ocak Adıyaman
02 Mijdar 2022•Rojanekirin: 02 Mijdar 2022
TBMM
Serokomar û Serokê Giştî yê AK Partiyê Recep Tayyîp Erdogan destnîşan kir ku korîdora dexl û dehn mîna berê dîsa vebûye.
Erdogan di Civîna Koma Meclisê ya AK Partiyê da axivî.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da der barê mijara sergirtinê da bang li Serokê Giştî yê CHPyê Kemal Kiliçdaroglu kir û wiha got, "Tu mêr î di hilbijartina bê da namzedên sergirtî nîşan bide. Em te jî bibînin."
Erdogan der barê pêşniyaza guherandina destûra bingehîn da diyar kir heger rewşa dixwazin çênebe dengdayîna raya giştî jî tê da amade ne ku hemû gavên din jî biavêjin.
Serokomar Erdogan ji bo pêşniyaza li ser sergirtinê got ku em ê bi temamî ji rojeva gelê xwe derxin û bawer dikim wê ji bo mixalefetê jî tenê bibe kaxiza turnusolê.
Erdogan der barê îdiayên Kiliçdaroglu yên li ser hişbirê da diyar kir wê helbet hesabê vê buxtanê li ber hiqûqê jî bipirsin û got ku parastina mafên hêzên me yên ewlehiyê ji bo me deyn e.
Serokomar Erdogan di axaftina xwe da bal kişand ser mixalefetê û wiha axivî, "Me dixwest ku di hilbijartinên 2023yan da em bi mixalefeteke di asta me da ye bikevin pêşbaziyê, lê mixabin ekîbeke tenê heqaret li gelê me dike bû nesîbê me."
Erdogan diyar kir ku der barê korîdora dexl û dehn da duh bi Serokê Dewletê yê Rûsyayê Putîn ra axiviye û wê îro jî bi Serokê Dewletê yê Ukraynayê Zelenskî ra biaxive.
Serokomar Erdogan destnîşan kir ku korîdora dexl û dehn mîna berê dîsa vebûye.
Erdogan di berdewamiya axaftina da got di vê pêvajoyê da ne tenê hevalên me yên dozê em ê nehêlin ku kevirekî biçûk jî ji me bistînin.