Ekip
03 Hezîran 2023•Rojanekirin: 04 Hezîran 2023

Serokomar Recep Tayyip Erdogan ê jinûva wekî Serokomar hat hilbijartin, li Lijneya Giştî ya Meclisê sond xwar.
Lijneya Giştî bi serokatiya Serokê Giştî yê Meclisê yê Berwext, Serokê Giştî yê MHPyê û Parlementerê Osmaniyeyê Devlet Bahçeli kom bû.
Serokomar Erdogan gava derbasî Lijneya Giştî bû, parlamenterên AK Partî û MHPyê li ser piyan çepik lê dan. Her wiha parlamenterên ÎYÎ Partiyê jî li ser piyan pêşwazî li Erdogan kirin. Parlamenterên CHP û Partiya Çepên Kesk ranebûn ser piyan.
Serokomar Erdogan li Dîwana Serokatiyê mazbataya xwe ya ku wekî Serokomar hatiye hilbijartin ji destê Bahçelî hilda, derbasî kursiyê xîtabkirinê bû û sond xwar.
Parlamenter û dawetiyên li salonê piştî ku Erdogan sond xwar, qedereke dirêj çepik lê dan.
Piştra li ser diyarkirina Devlet Bahçeli, Marşa Îstiqlalê hat xwendin.
Herî dawî jî Bahçeli dawî li rûniştinê anî ku rûniştina din dê di 7ê Hezîranê roja Çarşemê di saet 14.00an da ji bo hilbijartina Serokê Meclisê were kirin.

- Serokomar Erdogan Anitkabir ziyaret kir
Serokomar Erdogan piştî merasima sondxwarinê ya li Meclisê derbasî Anitkabirê bû û li wir li Kuleya Misaqa Milî, Deftera Taybet a Anitkabirê îmze kir.
Erdogan di defterê da wiha nivîsî:
"Em wisa bawer dikin ku ev hilbijartinên ku Pergala Hikûmeta Serokomariyê dengê pêbaweriyê hilda li pêşiya miletê me deriyên heyameke nû vekirin. Ji bo ku vîzyona xwe ya Sedsala Tirkiyeyê bi cî bînin em ê seranserê 5 salên li pêş xwe bi dil û can xebata xwe bidomînin.
Wek Serokomarê 12emîn em ê li biratiya ezelî û ebedî ya gelê xwe xwedî derkevin û pêşxistina welatê xwe û berzkirina dewleta xwe bidomînin."