Kaan Bozdoğan
12 Rêbendan 2024•Rojanekirin: 14 Rêbendan 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan Qendîla Rexaîbê ya alema Îslamê pîroz kir.
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî peyamek weşand.
Erdogan di peyama xwe da wiha got: "Ez Qendîla Rexaîbê ya miletê me yê ezîz û alema Îslamê pîroz dikim. Ji Xwedê lava dikim ku ev şeva pîroz ji hemû mirovahiyê û bi taybetî jî ji bo birayên me yên Filistînî yên ku rojên dijwar derbas dikin ra refah, aramî û xêrê bîne. Şeva me pîroz be."