Mustafa Hatipoğlu
09 Îlon 2024•Rojanekirin: 10 Îlon 2024
Serokomar Recep Tayyîp Erdogan di sala nû ya perwerde û hîndekariyê da ji bo dersa xwendekaran û wezîfeya mamosteyan serkeftin xwest.
Serokomar Erdogan li ser hesabê xwe yê medyaya civakî daxuyanî da ê wiha got, "Sala Perwerde û Hîndekariyê ya 2024-2025an ji bo camîeya me ya perwerdeyê û welatê me bi xêr be, ez ji bo xwendekarên me yên ku temînata paşeroja me ne, daxwaz dikim ku di dersê xwe da serkeftî bibin û seba mamosteyên me yên bi qedr û qîmet jî daxwaza serkeftinê dikim."
Bi daxuyaniyê ra wêneya ku îmzeya Serokomar Erdogan li ser heye û li ser "Bixwîne, bifikire, bisepîne, bigihîne encamê. Qewet be." jî hat parvekirin.