ANKARA
Serokomar Abdullah Gul diyar kir ku Newroz ji dewlemendiya çanda me ya herî girîng e ku taybetmendiyên gelê me bi awayekî rasttirîn dide nîşan. Gul got ku divê Newroz ji bo nifşên nû weke kevneşopî bidome û li gor wateya xwe bê pîrozkirin û bê parastin û wiha got: "Em hêvî dikin ku Newroz bi vê hişmendiyê bê pîrozkirin û di pîrozbahiyên Newrozê de her kes li gor hesasiyetan tevbigere da ku ev Newroz bibe sedema aştî û aramiya welêt."
Serokomar Gul ji bo Cejna Newrozê peyam weşand û di peyamê de got: "Newroz nîşaneya yekîtî, bihevrebûn û biratiyê ye. Newroz di dinyayê de cejna herî kevin a aştî û hogirtiyê ye. Newroz mizginiya biharê ye. Di pîrozkirina Newrozê de kêfxweşî û kelecanî heye."
Gul destnîşan kir ku kî ji kîjan qewmî, dînî dibe bila bibe, fikra wî ya siyasî çi dibe bila bibe li vî welatî di nav aramî, aşitî û yekîtiyê de dijî û ev kes welatiyên berzî yên vî welatî ne û wiha dewam kir: "Newroz ji dewlemendiya çanda me ya herî girîng e ku taybetmendiyên gelê me bi awayekî rasttirîn dide nîşan. Gul got ku divê Newroz weke kevneşopî ji bo nifşên nû bidome, li gor wateya xwe bê pîrozkirin û bê parastin. Em hêvî dikin ku Newroz bi vê hişmendiyê bê pîrozkirin û di pîrozbahiyên Newrozê de her kes li gor hesasiyetan tevbigere da ku ev Newroz bibe sedema aştî û aramiya welêt. Li welatekî wiha mezin bihareke ku bi bi kêf û şahiyê ve tê pêşwazîkirin, tenê yekîtiya hemû welatiyan ve pêkan e. Ez Newroza hemû welatiyên xwe pîroz dikim û hêvî dikim ku Newroz bibe sedema aştî, aramî û kêfxweşiyê."