28 Mijdar 2015•Rojanekirin: 29 Mijdar 2015
Serokwezîr Davutoglu: "Wê ev bûyer were eşkerekirin. Em di dema xwe da rê nadin kuştinên kiryar nediyar. Di encama vê êrîşê da heger li dijî Birêz Tahir Elçî qesta kuştinê hebe, wê ev were eşkerekirin û kê kiribe bên qefaltin. Lê bi destê kê hatibe kirin jî hedef eşkere ye, hedef tenê Tahir Elçî nîne, hedef Tirkiye ye."
Serokwezîr Davutoglu: "Civîna ku Serokomarê me yê rêzdar roja duşemê li Parîsê digel Rêzdar Pûtînî li dar bixe gelekî girîng e û hêvîdar im bê lidarxisitin. Di rewşên wiha da divê kanalên têkiliyê girtî nemînin. Me weke Tirkiyeyê tiştên bi vî hawî gelek dîtine. Divê kanalên têkiliyê vekirî bin. Divê bûyer di nav mijara xwe û çarçoveya xwe da bê nirxandin. Divê neçe nav mijarên din."