Li balafirgeha Ferît Melen a Vanê Waliyê Vanê Aydin Nezîh Dogan, Waliyê Hakkariyê Necmettîn Kalkan û yên bi wan re, pêşwaziya Serokwezîr Erdogan kirin.
Jina Erdogan Emîne Erdogan, Alîkarê Serokwezîr Beşîr Atalay, Wezîrê Spor û Ciwaniyê Sûat Kiliç, Wezîrê Perwerdehiya Neteweyî Nabî Avci, Wezîrê Ajalvanî, Çandinî û Zadê Mehdî Eker, Wezîrê Pêşketinê Cevdet Yilmaz û Wezîrê Karên Avê Veysel Eroglû jî bi Serokwezîr re hatin Vanê.