Recep Akinciyê ku li gundê Çavûşkoyê ya 13 kîlomêtreyî dûrî navenda navçeyê cotkariyê dike, ji zeviya 2,5 dolimî 13 ton zebeş hilda û niha jî berhev dike.
Zebeşên ku li gorî herêmên din meh û nîvekê û du mehan bi derengî hatine berhevkirin bala welatiyan dikişîne.
Akinci daxuyanî da nûçegihanan û diyar kir gava ku zebeş danî xizm û hevalên wî jê re gotine ku hêşin nabe. Ji ber vê yekê jî ji xwe re kiriye rik û axaftina xwe wiha domand: "
Cotkar Akinci got: "Zebeşên me tebi'î ne. Min tov ji Odeya Ziraetê stand û avêt. Pişt ajotine carekê av da. Gubre û derman nereşande zeviyê. Niha jî me dest bi berhevkirin û firotine kir. Ez ê sala pêşiya me jî zebeşa dîsa di wê demê de daynim. 7 dolim eraziyê min heye ez ê li wir jî zebeşan daynim.