Aykut Yılmaz,Abdullah Özkul
07 Cotmeh 2025•Rojanekirin: 08 Cotmeh 2025
Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî der barê Tirkiyeya Bêteror da got, "Heke çek hebe siyaset nîn e. Heke ewê siyaset bê kirin, pêdivê çek hemû bên şewitandin. Ti kes tune ku em li ber jidestdana wan çavê xwe bigirin."
Bahçelî di Yekem Civîna Koma Meclîsê ya partiya xwe ya sala nû ya qanûndanînê da axivî û derbarê pêvajoya Tirkiyeya Bêteror da daxuyanî da.
Serokê MHPê Bahçelî, tekez kir ku Tirkiyeya Bêteror armanceke neteweyî û dîrokî ye ku bûye polîtîkayeke dewletê.
- "Divê hemû çek bên şewitandin"
Bahçelî bal kişand ser armanca Tirkiyeya Bêteror û wiha got:
"Ti têkilî û peywendiyeke xwişk û birayên me yên Kurd bi terorê ra nîn e. Her kesê ku ji ber sedem û armancên cûrbecûr hatiye xapandin û şaşkirin, lê tevlî sûc nebûye an jî tevlî çalakiyek çekdarî nebûye, divê were û malbata xwe hembêz bike. Heke çek hebe siyaset nîn e. Heke ewê siyaset bê kirin, pêdivê çek hemû bên şewitandin."
- "HSD/YPGê, li bakurê rojhilatê Sûriyeyê hîn çekên xwe nedanîne û guh nedaye banga Îmraliyê"
Bahçelî got, "Divê ez bê dudilî bibêjim ku serokatiya damezrîner a PKKê berpirsiyarî girtiye ser xwe," û wiha pê da çû:
"Di dawiya Banga 27ê Sibatê ya ji bo Aştî û Civaka Demokratîk da, PKK di 12ê Gulanê da çekên xwe danîn û hebûna xwe ya rêxistinî hilweşand. Di 11ê Tîrmehê da, komek endamên PKKê çekên xwe şewitandin. Lêbelê, HSD/YPGê, ku li bakurê rojhilatê Sûriyeyê xwedî bandor e, hîn çekên xwe nedanîne û guh nedaye banga Îmraliyê ya 27ê Sibatê. Lêbelê, banga Îmraliyê ji bilî PKKê, hemû pêkhateyên terora cudaxwaz jî dihewîne. Qet nebe, ev tiştê ku em fêm dikin, ev şîroveya me ye, ev rêça me ye."
Devlet Bahçelî anî ziman ku hêviya wî ew e "serokatiya damezrîner a PKKê" bi bangewaziyeke rasterast a bi heman naverokê ji HSD/YPGê ra jî bike û got, "Divê ew daxwaza pabendbûna bi peymana ku di 10ê Adarê da bi rêveberiya Şamê ra hatiye îmzekirin bikin. Lihevkirinek çêbû ku hilbijartina Meclîsa Gel, ya piştî hilweşandina rejîma Esed cara yekem hat lidarxistin, dê bibin navenda giraniya serdema nû ya aramiya demokratîk û mekanîzmaya nû ya siyasî û civakî. Di pêvajoyeke wiha da, li dervahiştina Reqa, Hesiçya û Siwêdayê, li dijî ruhê Peymana 10ê Adarê ye."
- "Ger pêwîst be, divê komek ji Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê biçe Îmraliyê"
Serokê MHPê Bahçelî tekezî kir ku ji bo hevdîtina li Îmraliyê tişekî ku bibe asteng tune ye û got, "Ger pêwîst be, divê komek ji parlamenterên ku di Komîsyona Hevgirtina Neteweyî, Biratî û Demokrasiyê da cih digirin biçin Îmraliyê û rû bi rû hevdîtinê bikin, peyamên wan rasterast werin wergirtin û bi raya giştî ra werin parvekirin. Ez di vê yekê de tiştekî şermkirinê nabînim. Daxuyaniya ku me girêdide, daxuyaniya Îmraliyê ya 27ê Sibatê ye. Nûvekirina vê daxuyaniyê, hûrgilîtirkirina wê û berfirehkirina çarçoveya wê, dê bibe sedema pêşketinên sûdmend. Ji ber vê sedemê, em bi tevahî li pişt daxuyaniya xwe ya 27ê Sibatê ne. Tirkiyeya Bêteror, Tirkiyeyeke bê dudilî ye. Tirkiyeya Bêteror, Tirkiyeyeke bihêz û ewle ye."