08 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 09 Cotmeh 2015
Serokê Giştî yê AK Partiyê û Serokwezîr Ahmet Davutoglu got ku "Şifaya siyasetê înşeallah di 1ê sermawezê de ye. Lê binêrin me heyameke fetretê ya berwext dît lê me welat bêhikûmet nehişt. Heyameke nekahetê ya berwext çêbû lê neviyên Merkez Efendî înşeallah dê 1ê sermawezê de şifayê bidin siyasetê. Înşeallah dê Manîsa dawî li fetretê bîne. Dema me got fetret jî lê me ev neda hîskirin. Me demek tenê jî ev welêt bêhikûmet nehişt."
Davutoglu di mitînga ku partiya wî li Qada Cumhuriyetê li dar xist de axivî.
-"Heyama fetretê ya berwext"
Davutoglu pirsa "Hûn bi eşq ji me hez dikin, hûn bi me re derdikevin rê, gelo hûn dê heta qiyametê di vê dozê de bi me re bin? kir. Kesên di qadê de gotin ku "belê" li ser vê yekê Davutoglu wiha axivî:
"Ey Manîsa ma hûn amade ne ku şifayê bidin siyasetê? Şifaya siyasetê înşeallah di 1ê sermawezê de ye. Lê binêrin me heyameke fetretê ya berwext dît lê me welat bêhikûmet nehişt. Heyameke nekahetê ya berwext çêbû lê neviyên Merkez Efendî înşeallah dê 1ê sermawezê de şifayê bidin siyasetê. Înşeallah dê Manîsa dawî li fetretê bîne. Dema me got fetret jî lê me ev neda hîskirin. Me demek tenê jî ev welat bêhikûmet nehişt. Heta kêliyek jî xew nekeve çavên me jî me tu tewîz û zeaf nîşan nedan. Va ye em hatin bajarê şifayê Manîsaya ku dawî li heyama fetretê anî. Dê di 1ê sermawezê de ji Manîsayê ji bo siyasetê rihê şifayê bilind bibe."
-"Me hedê wan nîşanê çeqalan da"
Davutoglu got ku HDP jî siyaseta terorê dike û wiha axivî: "Hêj ji 8ê hezîranê ve çek girtin, serî hilda û dest bi gotina 'me pişta xwe daye rêxistina terorê' kir. Me bersiva ku ev rêxistina terorê heq dike, dema ku 2 polêsên me, eskerên me hatin şehîdkirin, li Sirûcê welatiyên me hatin şehîdkirin, bersiva ku rêxistinên terorê heq dikir da wan. Ma me da birayên min, gelo me da? Ma me hedê ew kesên xwestin ku ji vê hewaya bimij îstifade bikin neda? Em didin ne wisa? Ma em hiqûqa şehîdên xwe jî, zarokên me yên ku li Diyarbekirê revandin serê çiyê jî naparêzin?"
-"Em dibêjine HDPyê ku êdî bi rêxistina terorê re selfiyan nekişîne"
Davutoglu destnîşan kir ku baronekî terorê yê ku ji bêtêlê dengê wî hat qeydkirin gotiye ku 'gel bikin mertalên zindî, lê bixin. Li gel bixin, berpirsyariyê jî bixin sitûyê esker û polêsan.' û axaftina xwe wiha berdewam kir:
"Em ji vir dibêjine HDPyê ku dev jê berde êdî bi rêxistina terorê re selfiyan nekêşe û were ser bingeha siyaseta meşrû. Belê piştî hilbijartina 7ê hezîranê CHPyê 'siyaseta blokê', Bahçelî, ne MHP Bahçelî 'siyaseta neyê'î HDPyê 'siyaseta terorê' kir. Me jî siyaseta yekîtiyê kir, siyaseta yekîtiyê."