Şaxa Diyarbekirê ya Cemiyeta Mistezefan li Qada Dagkapiyê bi navê "Bibîranîna Şêx Seîd û hevalên wî" çalakiyek li dar xist. Di çalakiyê de ji bo Şêx Seîd û hevalên wî yasîn hat xwendin û tekbîr hatin gotin.
Li ser navê komê Cemîl Cahît Unsal axivî û got ku ew naxwazin bûyerên biêş di pêşerojê de biqewimin.
Unsal wiha axivî: "Em rêber Şêx Seîd û hevalên wî yên ku di avakirina komara Tirkiyeyê de li hemberî zilmê sekinîn, bi rihmetê ve bi bîr tînin. Lewra di avakirina komarê de xilafet hat rakirin, xwendina Qur'anê wek sûc hat dîtin, kilît li deriyên medrese û mizgeftan dan û ew der wek tewleyan hatin bikaranîn. Her wiha laçik û şaşik jî hat qedexekirin. Bi kurtasî Şêx Seîd û hevalên wî li ber zilmê çok venedan."
Unsal got ku divê zabitnameyên Dadgeha Îstiklalê yên ku ji 1925an heta îro, arşîvên TBMM û Sererkaniyê heman bên vekirin û hemû rastî û bûyerên wê rojê bi hemû aliyan ve derkevin holê.
Piştî daxuyaniya çapemenî û diakirinê kom belav bû.