12 Nîsan 2016•Rojanekirin: 12 Nîsan 2016
KILÎS
Unsûrên Hêzên Çekdar ên Tirkiyeyê (TSK) baregehên DAEŞa rêxistina terorê yên li derdor û navçeya Ezeza Helebê da ber topan.
Li gor agahiyên ku nûçegihanê AAyê ji çavkaniyên ewlehiyê hilda bateryaya topavêjan a li ser xeta sînorê Kilîsê ya TSKê bi ser kozik û baregehên DAEŞê de top barandin.
Lewra duh êvarê û îro sibehê guleyên roketên yên ku ji aliyê Sûriyeyê ve hatin avêtin li hin herêmên muxtelîf ên Kilîsê ketin û Tirkiyeyê jî li ser vê bersiv da.
Di çarçoveya rêzikên angajmanê de Tirkiye bi mislî li hedefên DAEŞê dixe û îmha dike.