05 Rêbendan 2016•Rojanekirin: 07 Rêbendan 2016
SİLOPİ
Deriyê Sînor ê Xebûrê ku nêzî Silopiya navçeya Şirnexê ye û ji ber ewlehiyê hatibû girtin, ji çûn û hatinê ra hat vekirin.
Deriyê sînor ê ku di 14ê kanûnê da ji ber ewlehiyê hatibûn girtin, ji wesaîtan ra hat vekirin.
Di bin çavdêriya wesaîtên leşkerî da tirên li ber sînor wek konvoy derbas dibin. Wesaîtên ku derbas dibin di nav navçeyê da derbas nabin û êdî di rêbeja nû da derbas dibin.
Waliyê Şirnexê Alî Arikan daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir ku Deriyê Sînor ê Xebûrê hat vekirin û wiha xeberda: "Wê wesaît derbas bibin. Ji bo ji aliyê din jî wesaît derbas bibin em hewl didin."