Seroka Giştî ya HDPê Sebahat Tûncel çû serdana Şaredara Nisêbînê Ayşe Gokkana ku ji bo protestoya çêkirina dîwarê ewlehiyê ketiye greva birçîbûnê. Tûncel ji bo destekê li cem Gokkanê rûnişt.
Tûncel li sînor piştî qontrola ewlehiyê çû cem Gokkana ku li tenişta têlên sînor dest bi greva birçîbûnê kiriye.
Dema ku Tûncel li wir bû komeke ku ji bajarê Qamişloyê hat, brandaya ku li ser têlên sînor dadabûn, rakirin. Tûncel bi komê re axivî û got wê brandayê teslîmî eskeran bikin. Eskeran branda hilda û dîsa li ser têlên sînor dadan.