Mümin Altaş
06 Îlon 2022•Rojanekirin: 06 Îlon 2022
Serokomar Recep Tayyip Erdogan li ser vexwendina hemtayên xwe dê di 6-7-8ê Îlonê da ji bo Bosna Hersek, Sirbistan û Xirvatistanê ziyareta fermî bike.
Li gorî daxuyaniya Serokatiya Ragihandina Serokomariyê, di hevdîtinan da peywendiyên digel hersê welatan dê ji her hêlê va di ber çavan ra bên derbaskirin û her wisa geşedanên li Balkanan û meseleyên navneteweyî jî dê bên gotûbêjkirin.
Her wiha li hersê welatan jî forumên kar dê bên lidarxistin. Serokomar Erdogan dê li bajarê Sîsakê yê Xirvatistanê beşdarî merasima vekirina Navenda Çanda Îslamê bibe.