Mümin Altaş
04 Nîsan 2021•Rojanekirin: 05 Nîsan 2021
Wezareta Parastina Neteweyî (WPN) der barê daxuyaniya hin amîralên teqawîtbûyî da wiha got: "Weşandina daxuyaniyeke wiha tenê zirarê dide demokrasiya me, moral û madeyê xebatkarên Artêşa Tirkiyeyê (TSK) xerab dike, dijminên me kêfxweş dike, ji bilî van eşkere ye ku kêrî tiştekî nayê."
Di daxuyaniya Wezaretê da hat gotin Artêşa Tirkiyeyê bi serokatiya Serokomar li hundirê welêt û dervayî welêt têkoşînê dide û daxuyaniyê wiha dewam kir: "TSK, li Sûriyeyê, Iraqê, Qibrîsê, Azerbeycanê, Libyayê, Behra Spî ya Rojhilat û gelek erdnigariyên din ji bo parastina heq û berjewendiyên me, aştiya herêmî û gerdûnî, parastina heq û hiqûqa dost ûbirayên me bi fedakarî û qehremanî têkoşîneke xurt dide. Di demeke wiha da weşandina daxuyaniyeke bi vî rengî tenê zirarê dide demokrasiya me, moral û madeyê xebatkarên Artêşa Tirkiyeyê xerab dike, dijminên me kêfxweş dike, ji bilî van eşkere ye ku kêrî tiştekî nayê. Baweriya me heye ku çi hewce dike daraza Tirkan a serbixwe wê bike."
- "TSK ji daxwazên şexsî yên tu wezîfe û berpirsyariya wan tune ra nikare bibe amûrek"
Hat destnîşankirin haya TSKyê ji hemû peymanên navneteweyî, destkeftinan û ziraran heye û daxuyaniyê wiha dewam kir: "Yên serkeftinên Hêzên Bejayî, Behrê, Esmanî û TSKyê nabînin û naxwazin bibînin bi azwerî, dexesî û îxtirasê ve kor bûne. Artêşa Tirkiyeyê ji armanc û daxwazên şexsî yên ku tu wezîfe û berpirsyariya wan tune ra nikare bibe amûrek."
Herî dawîn hat gotin ew rehmetê ji bo şehîdan dixwazin û spasiya şehîd û xaziyan dikin.