08 Nîsan 2017•Rojanekirin: 09 Nîsan 2017
ÎSTANBUL
Serokomar Recep Tayyip Erdogan derbarê anketên referandûmê da got, "Ez niha bila rêjeyekê nedim. Lê hema ez dikarim bêjim bi ferqeke vekirî em li pêş in û wê ev ferq bi zêdebûn bidome. Divê rêjeyek wiha derkeve ku xwebaweriyê bide hemî wan mirovên di xizmeta vî welatî da ne."
Serokomar Erdogan di weşana hevpara a 24 TV, 360 TV Eu Alem FMê da axivî.
Erdogan di bersiva pirsa derbarê anketan da anî ziman ku bi ti fîrmayekê ra naxebitin lê behsa wê yekê kir ku hinek lêkolînên Serokwezîr Yildirim divê mijarê da hene û got, "Ez niha bila rêjeyekê nedim. Lê hema ez dikarim bêjim bi ferqeke vekirî em li pêş in û wê ev ferq bi zêdebûn bidome. Divê rêjeyek wiha derkeve ku xwebaweriyê bide hemî wan mirovên di xizmeta vî welatî da ne."
- "Haya wî ji rabirdûya wê partiya siyasî ku ew serokê giştiyê wê ye tune"
Serokomar Erdogan bal kişand ser axaftina Serokê Giştiyê CHP Kemal Kiliçdaroglu ya ku îro li Trabzonê kiribû û wiha got, "Di rabirdûya CHPê da tiştekî wiha heye, wê qaîdeyan deynin û ew qaîdeyên ku datînin ne bi îradeya millî, lê bi destê CHPê tên ajotin, mentiq ev e. Bînin bîra xwe, di salên 40î da, serokwîlayetên partiyê yÊn CHPê di heman demê da Walî bûn. Vî welatî ev tişt dîtin. Ev tê çi wateyê? Têgehiştineke wan a weke demokrasiyê tune ye. Îro jî weke ku di mijara alîgiriyê da got, 'Rêberê min î avakar Ataturk' lê belê nizane ku rêberê wî yê avakar di heman demê da serokomar bû. Nizane ku Înonu di heman demê da serokomar bû. Pêşî van tiştan bibîne, dêmek çêdibe. Ev tişt li vî welatî hatin jiyan. Ku em bêne ser demokrasiyê, di rabirdûya xwe da CHP di vê xalêta lewitiye, hîç ti wextê nebûne demokrat."
- "Te di jiyana xwe da çi bi rêve biriye"
Serokomar Erdogan rexne li Serokê Giştiyê CHPê Kiliçdaroglu girt û wiha got, "Te di jiyana xwe da çi bi rêve biriye, te çend kes rêve birin? Pêşî vê bêje. Di jiyana wî da tiştek wiha tune. Ji ber vê jî çi dibêje? 'Ku pêwîst bû wê karibe loqenteyan jî qepat bike' Tiştek wiha dibe, wezîfeyeke wiha ya serokomar dibe? Yê ku loqenteyan qepat dike kî ye? Biner divê hînî vê jî bibe, ka ez jê ra bêjim. Şaredar loqenteyan qepat dikin."

- "Tehemul nake ku têkevin parlementoyê"
Serokomar Erdogan derbarê daxistina temenê ketina nav meclisa ji 18 saliyan wiha got, "Mixabin heta îro di nav serokên giştî yên Partiya Gel a Komarî da yên ku hessasiyeta wan di xala demokrasiyê da hebin min nedîtiye. Ti carê jî derdekî wanî wiha çênebûye ku bêjin 'serokê giştî cuda ye, serokomar cuda ye'. Ji xwe vana ti caran tehemulî jiyana fire partiyî nekirine. Bo nimûne nuha 'yek zilamî' wesaîre... Heger yek zilamî be, serdema yek partiyî be ji xwe ev li ba we heye. Tê serdema şefîtiya millî deynê kuderê? Ev tişt tiştê ku hatine jiyîn. Lê ew dixwazin van mijaran bdin jibîrakirin. Ji ber vê ez dixwazim ji ciwanan ra bêjim; Mustafa Kemalê Gazî çi dibêje? 'Gelî ciwanan, ez komarê êmanetî we dikim'. Lê ew Komara ku Mustafa Kemalê Gazî emanetî ciwanan kiribû, Kiliçdaroglu bi dest ciwanan va bernade emanetî wan nake. Tehemul nake ku têkevin parlementoyê."
- "Baweriya me bi ciwanên me heye, em li wan ewle ne"
Serokomar Erdogan behsa giringiya mafê hilbijartinê yên temen 18 salî kir û got, "18 sal xaleke giring nîn e? Ji bo ku hilbijêrin tu maf dide wan lê ji bo bên hilbijartin tu vî mafî nade wan. Tişta zehmet hilbijartin, ne ne ku bêne hilbijartin. Bînin bîra xwe di wextekî da siyasiyekî tiştek gotibû; 'Ezê merkeba 4 pê deynim Meydana Teqsîmê, ezê wî jî bidim hilbijartin'. Ji ber çi? ya zehmet ew nîn e. Hilbijartina zehmet hilbijartin e. Wê bên ya îdeal û guncaw hilbijêrin. Madem tu mafê hilbijartinê dide 18 saliyan, mafê ku bêne hilbijartin jî bide we. Nuha em vî mafî jî bidest dixin. Em dibêjin kî bila ciwanên me bibin xwedan vî mafî. Baweriya me bi ciwanên me heye, em li wan ewle ne. Avakarê partiya we Mustafa Kemalê Gazî yên ku hûn îftîxara xwe pê dikin wî jî wiha digot; 'Ciwanno ez komarê êmanetî we dikim.' Qediya. Careka din vê mijarê veneke,"Baweriya me bi ciwanên me heye, em li wan ewle ne
Serokomar Erdogan got, "Emê bi eqlê selîm xebata xwe xizmeta ji gelê xwe ra bidomînin. Çimkî me hîç hewl neda ku em bibin efendiyê vî gelî. Dibêjin ya 'yek zilam, yek zilam'... Derdekî me yê wiha tune ye. Me siyaseta xwe bi şiklekî giştgir kir. Dersa herî giring a exlaq ku me sitend, edeb e."
- "Ev operasyoneke pêşî lêbirînê ye"
Serokomar Erdogan wiha axivî, "Ji îro şûnda wê gel biryarê bide, wê here ber destê gel û înşallah piştî mijdara 2019an gel wê bi 2 sindoqan hem serokomarê xwe û hem jî parlemetoya xwe hilbijêre. Ji danîna 2 sindoqan aciz in. Dibe ku bîr li wê yekê dikin dibêjin gelo wê dor negîhîje me? Dibe ku ev fikar ji wan ra çêdibe. Wê di parlementoyê da hêza çiqas be wê cihê me çawa be? Ev operasyoneke pêşî birînê ye."
- "Hûnê başûrê rojhilat bi şiklekî nû bibînin"
Serokomar Erdogan behsa têkoşîna dijî terorê kir û wiha pê da çû: "Hê karê ku em bikin gelek in. Lê kareke ji hemiyan berahîtir heye. Hikûmeta me nuha li herêmê bi xebateke xurt, ji bo dagirtina xendek û kortalan, tunelan, li ser kar in û bajarên nû ava dikin. Înşallah di nava salek 2 salan da, hûnê başûrê rojhilat bi şiklekî nû bibînin. Ev hikûmet heke dilsoz nebaya ma ev kar dikir? Ji ber vê ez ji birayên xwe yên kurd ra dibêjim; ewên ku li ser navê we tevdigerin, ti carê berevaniya we nekirine, hez ji we nekirine, derdê we, weke derdê xwe nedîtine. Pereyên ku weke dewletê me dişandin, beşeke wan di berdane bêrîkê û beşeke wan jî dişandin serê çiyê. Dişandin Qendîlê, didan terorîstan. Ji ber vê divê em dîsan bi wan nexapin."
- "Ezê weke endamê partiya xwe xizmeta xwe bidomînim
Erdogan wiha berdewam bû: "Di rastî da nuha mezintirîn hizra min, hizra in a sereke ev e; ez serokê giştiyê avakarê vê partiyê (AK Partî) me, ji ber vê ku min ev maf nû bidest xist ezê bibim endamê partiya xwe û ezê weke endam xizmeta xwe bidomînim."