13 Nîsan 2016•Rojanekirin: 14 Nîsan 2016
Serokwezîr Davutoglu der barê guleyên rokêtavêjê ku ji aliyê Sûriyeyê va hatin avêtin û li Kilîsê ketin da wiha got: "Ji bo ku em welatiyên xwe biparêzin em di nav têkoşîn û hewldanan da ne. Em ê li dijî kesên ku di hedefa wan da welat û gelê me heye da têkoşîna xwe berdewam bikin û înşeallah em ê di demeke nêz da hêza wan bişkênin ku zirarê nedin welatê me. Baş bizanibin ku kesên vê êrîşê kirin wê hesab û bedelê vê bidin, bila gumana we çênebe."
Hin serok hene ku bi rayên ku gel daye wan, bi fikra xweserîbûnê ve sûîstimal dikin. Makineyên kar yên ku ji bo xizmetê hatine kirîn ji bo çalan bikolin dixebitînin. Şûna ku pirsgirêkên binesaziyê çareser bikin, park û baxçeyan çêbikin pereyên ku ji budçeya navend tê şandin ji bo xirakirinê xerc dikin. Hûn serokên şaredariyê yên îmarê ne, ew serokên şaredariyê yên xirabkirinê ne."
"Me tevî îmzeyên 316 parlementerên xwe duh wiha got; 'Em amade ne ku li dadgehên dinyayê û axretê hesabê bidin. Em li meydanê ne û em ê tim li meydanê bin.'"
(Pêşkêşkirina teklîfa 'parêzbendan' ji meclisê ra) CHP di fikarê da ye ku parlementerê wê jî derkevin pêşiya darazê. Ditirsin, dudilî ne. Emê nuha bibînin, wê li Encumena Giştî serê keçel di bin kum da xuya bibe. Wê eşkere bibe ka kî ji dadgehê ditirse, kî natirse, kî serbilind û dilpak e, û kî rûsiya û dilreş e."