İzzet Mazı,Gökhan Çalı
18 Gulan 2023•Rojanekirin: 24 Gulan 2023
Li Turkogluya navçeya Meraşê ya ku yek ji navendên erdhejên 6ê Sibatê tesîr lê kir, xebata çêkirina xaniyên afatê li gorî esasê 7/24 dimeşe.
Li navçeya ku erdhejên 6ê Sibatê yên navend Bazarcix û Elbistanê tesîreke mezin lê kir, ji hêla Serokatiya Rêveberiya Xaniyên Gişkî (TOKÎ) ya Wezareta Hawirdor, Bajarvanî û Guherîna Avûhewayê xaniyên afatê tên çêkirin û di vê çarçoveyê da înşeata sereke ya bloqekê ber bi kutabûnê ye.
Ji aliyekî va teslîmata xaniyên yekqatî ya li taxên çolterê di çarçoveya kampanyaya "Tirkiye Yek Dil e" da û di kordîneya AFADê da tên çêkirin didomin û ji aliyekî va jî înşeata xaniyên ji hêla TOKÎyê tên çêkirin didome.
Şaredarê Turkogluyê Osman Okumuş ji peyamnêrê AAyê ra diyar kir, ji bo ku tu kêmasiyeke erdhejzedeyan nemîne, ew şev û roj di xebatên xwe da berdewam in.
Okumuş bal kişand ku di karesata erdhejê da ziyaneke mezin gihîşt Turkogluyê û di roja ewil a erdhejê da 1171 xanî hilweşiyan, 5 hezar û 671 jê jî navîn û giran xesar in û ji bo wan biryara hilweşandinê hat dayîn.
- Di nav 6 mehan da wê bê teslîmkirin
Okumuş destnîşan kir ku bi tevahî îhaleya 3 hezar û 200 xaniyî hat kirin û ji bo teslîmkirina wan xaniyan jî xebat şev û roj dewam dike û hêvî ew e di nav 6 mehan da xaniyan teslîmî xwediyên wan bikin.
Bingeha devera xanî lê tên çêkirin jî gorî deverên din 20 qat saxlemtir e.
Şaredar Okumuş destnîşan kir ku li navçeyê bi çêkirina qadên jiyan û civakî va bajarekî xweş derdikeve holê û hêvî dikin di dema herî kurt da jî hemû xaniyên ji bo mexdûrên erdhejê niha tên çêkirin teslîmî xwediyên wan bê kirin.
Okumuş got ku li seranserê bajêr 7 hezar û 200 xanî wê bên çêkirin.