23 Cotmeh 2015•Rojanekirin: 24 Cotmeh 2015
ÎSTANBUL
Endamê Lijneya Rêvebirina Komeleya Alîkariya Mirovahî ya Maf û Azadiyên Mirovan (ÎHH) Osman Atalay diyar kir ku li Sûriyê ew rojê 200 hezar nan lê dixin û wiha dewam kir: "Ji ber vê jî lazim e ji me re ard bê bexş kirin. Lewra em rojê 20 ton ard hevîr dikin. Ew nanên ku em dipêjînin, dişînin herêmên li nav Sûriyê."
Atalay daxuyanî da nûçegihanê AAyê û destnîşan kir li Sûriyê ji ber ku heba nan di navbera 100 hezar û 300 hezar lîreyê Sûriyeyê (15-17 lîreyê Tirkiyeyê) ve tê firotin ji bo welêt dest bi kampanyaya "Hewcedariya Sûriyê bi nan û ard heye" kirin.
Atalay got ku bi taybetî jî li Sûriyê û herêmên nêzî sînorê Tirkiyê ne hewcedarî bi nan, av û xurekê hene û wiha pê de çû: "Ard piranî ji Tirkiyê tê. Li Sûriyê ev 4 sal e ku çandinî û bazirganî bi dilekî rihet nayê kirin. Di sê salên dawîn de ard ji ÎHHyê ji saziyên civakî yên sivîl ên ku ji me re bexş dikin tê. Ji vî ardî nan tê lêxistin û ji konbajar û kampan re tê şandin."
Atalay ragihand ku ew ji bo bexşkirina ard û arvan bang û xebatên xwe zêde dikin û wiha pê de çû: "Zivistanê nan zêde tê xwarin. Em li firneya xwe ya li Kilîsê hertim nan lê dixin. Ji ber vê jî di van demên ku hewa sar bû de hewcedariya me zêdetir bi ard û arvan heye. Di vê demê de jî berpirsyariya herî zêde li ser saziyên civakî yên sivîl e. Ev sazî û şirketên hanê bi kamyonan ve ard bexş bikin çêtire."
Osman Atalay got ku ÎHH di firneyên xwe yên li Reyhanli û Kilîsê de rojê nêzî 200 hezar nan lê dixe û wiha dewam kir: "Car heye em rojê 200 hezar nan lê dixin. Ji ber vê jî lazim e ji me re ard bê şandin. Lewra em rojê 20 ton ard hevîr dikin. Ew nanên ku em dipêjînin, dişînin herêmên li nav Sûriyê."