Bi sedan salan e ku tenûr di jiyana mirovan de cih digire û li hember teknolojiyê jî hê li ber xwe dide. Li Iraqê tenûrên ku bi xweliya bajarê Kerkûkê tên çêkirin li mal û firneyên çar aliyê welêt tên bikaranîn.
Kerkûka ku xwediyê şaristaniyeke gelek kevn e di sala 2010an de ji aliyê Wezareta Çandê ya Iraqê ve wek paytextê çandê hatibû hilbijartin. Di nav çandên ku li Kerkûkê ne yek jî tenûr e. Lewra xweliya Kerkûkê ji bo çêkirina tenûran pir girîng e û ji ber vê jî ev kar bi sedan salan e li vî bajarî tê kirin. Piraniya tenûrên ku li seranserê Iraqê di mal û firneyan de tên bikaranîn jî ji Kerkûkê tên şandin.
Di atolyeya ku li taxa Briyadiyê ya Kerkûkê ye tenûr tên çêkirin û li Iraqê wek navenda tenûran tê zanîn.