ANKARA
Dozgeriya Leşkerî ya Serokatiya Sererkaniyê li ser îdiayên ku di 28ê çileya paşîn a 2011an de "li navçeya Roboskiyê ya Şirnexê di mirina 34 kesan de îhmal heye "lêpirsên kir û di encama lêpirsînê de biryar da ku Korgeneral Yildirim Guvenç û Tumgeneral Îlhan Boluk jî di nav de der heqê 5 kesan de teqîbat hewce nake.
Dozgerê Leşkerî Alî Mujdat Eskî di encama lêpirsîna xwe de biryar da û di dawiya biryarê de diyar kir ku "him gumanbar û him jî kesên ku di vê bûyerê cih girtine û personelên din ên TSKyê li gor biryarên TBMMyê û Lijneya Wezîran tevgeriyane û karê xwe bi cih anîne, lê di vir de ketine nav xeletiyê. Ji ber vê jî der barê wan de hewcedarî tuneye ku doza kamûyê bê vekirin."