03 Berfanbar 2015•Rojanekirin: 05 Berfanbar 2015
NEW YORK
Hat ragihandin ku piştî bûyera ku li Calîfornîaya eyaleta DYAyê qewimî û tê da 14 kes mirin bersûc ji dewsa bûyerê revîn û bi polêsan ra ketin pevçûnê, di pevçûnê da yek ji wan jin 2 êrîşkar hatin kuştin û polêsek jî birîndar bû.
Di daxuyaniya polêsên San Bernardînoyê da hat destnîşankirin ku polêsan wesayîta reş a ku êrîşkar pê revîn hildan teqîbê û paşê di navbera wan da pevçûn derket, di pevçûnê da jinek û mêrekî ku di wesayîta da bûn hatin kuştin.
Hat ragihandin ku di pevçûnê da polêsek birîndar ket û kesekî ku hewl dida ji dewsa bûyerê bireve jî hat binçavkirin. Polêsan gotin ku hê nayê zanîn gelo eleqeya kesê ku hat binçavkirin bi êrîşê ra heye an tune.
Rayedarên polêsan diyar kirin ku di wesayîta ku tê da 2 êrîşkar hatin kuştin da tiving hatin dîtin, kesên tê da jî kincên reş li xwe kiribûn û yêlegê pola jî li wan bû. Rayedarên FBIyê gotin lêkolînan dikin hela ev êrîşa terorê ye an na.
Polêsan destnîşan kirin ku di êrîşê da 14 kes mirin, 18 birîndar jî li nexweşxaneyan tên dermankirin.